Hamid Omerî
Du hefte berê du Filîstînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin. Li Telavîvê yekê Filîstînê êrîşê sivîlan kir û duwazdeh kes birîndar kir. Nûçe û agahiyên bi vî rengî naqedin. Li gor nûçeya Gazete Duvarê (1) artêşa “Îsraîlê berdestê sibê êrîşê Gazzeyê kir”. Di berdewamiya nûçeyê de agahî zelaltir tabana û rengê nûçeyê diqelibe mirina sar: li rojavayê Şerîayê ji ber êrîşên Îsraîlê, herî hindik 29 Fîlîstînî mirine. Fîlîstîniyan jî êrîşê Îsraîliyan kiriye û 14 kes ji wan kuştine.
Cihû dibêjin dewlet a me ye û hêza xwe roj bi roj zêdetir dikin. Fîlîstînî dibêjin cihû li ser axa me dagirkerin û di ber xwe didin. Diyar e şerê li wir biqede û li hev werin jî dîroka wir û nêrîna li wir ya ji aliyan ve ne bawer im zû bi zû ew aşîtiya em li hêviyê ne pêkan û mayînde bike. Heçîgava behsa Qudsê tabana tê dîtin ku çîroka wir pir kevn e. Gelo çîroka Dewleta Cihûyan çawa dest pê kir?
Cihûyê cara pêşî li ser fikra neteweyî fikirî û kir ku cihû ji gettoyên ewropayê û dinyayê derkevin û li ser qedera xwe bifikirin Theodor Herzl bû. Di dest me de bi gotina wî şayet em bibêjin ‘kitêbok’a wî ya bi navê Dewleta Cihûyan heye. Di vê kitêbokê de em tûşî metneke dîrokî nayên. Lê belê em rastî zanîneke dîrokî û aqilekî dîrokî deri. Bi awireke felsefeya dîrokî şayet li vê fîkriyatê bê nihêrtin lazim e bê gotin ku bi vê şiûr û perspektîfê miletê xwe yê ku ji xewn û xeyala xwe bidûrketiye ji nû ve kiriye xwedî xeyal. Herzlê rojnamevan piştî şoreşa Fransî di bin bandora fikra neteweyî de dimîne.
“Bûyera Dreyfûs” bandoreke gelek mezin lê dike. Şayet em bînin bîra xwe di wê bûyerê de serpelekî cihû, bi sîxuriyê tê sûcdarkirin. Herzl di wê hênê de li Fransayê ye. Nûçegihan e û vê bûyerê dişopîne. Neheqiya li serpelê cihû tê kirinê tabanına. Emile Zola jî vê neheqiyê tabanına û li dij derdikeve. Bi sernavê “Sûcdar dikim!” nivîsekê dinivîse û balê tabana ser probleme. Doza Dreyfûs bi biryara cezalêbirîn û jêkirina nîşanên wî diqede lêbelê pişt re dîsa tê darizandin. Hasilê kelam dawiya dawî dîsa nişan û madelyayên wî pê ve dikin. Serê we zêde neêşînim bi çîrokê û vegerim ser mijara heq. Hinek gotinên Herzl, yên di kitêboka wî de vê bûyerê jî tînin bîra meriv: “Zîra pêşdarazê li dijî me hê jî di kûrahiya lisana xelkê de ye. Ewê bixwaze delîlên vê bibîne, bila cilde li ciyên ku dikarin jidil bi awayekî besît bipeyivin, li xelkê guhdar bikin; gotinên pêşiyan û çîrokên wan hemû antî-semîtîk in.,…”(Herzl, 2021,69) Çîroka kitêboka Herzl Der Judenstaatê yanî Dewleta Cihûyan wiha dest pê dike.
Di nivîsa xwe ya ji bo destpêka vê kitêbê de Louis Lipsky wiha dibêje: Bi xêra hişyarkirina wî cihûyan “bi rihetî qala kongreya sîyonîst, fonên neteweyî, al û sirûdeke neteweyî û xilaskirina axa xwe kirin. Rûhê wan sınır rizgarkirin ku xwe di quncikan de veneşêrin” (Herzl, 2021,11) Di kitêbokê de bi rihetî tê dîtin ku Herzl, deriye bi awireke dînî li mijara xwe nenihêrtiye û xwe bi xewnekê tesele nekiriye. Lê çîrok û dîroka qewmê wî jî her di bîra wî de bûye. Ji bo cihûyên 1900 sal berê ji ser axa xwe hatinin qewirandin dîsa vegerin ser xaka xwe; ji bo “nûkrina dewleta cihûyan” xewnekê dike realîte û wê xewnê ji quncikên veşarî radike datîne ser mexdera navneteweyî.
‘KIFŞ NAKIM, CAREKE DIN NÛ DIKIM’: WELATÊ EHDKIRÎ!
Cihûyan beriya fikra Tehodor Herzl jî gelek caran koçî ‘Welatê Ehdkirî’ kirin û gelek caran ji wir hatin qewirandin. Herzl di destpêka kitêboka xwe de nekeve nava kronolojiyeke sar jî lê bi me dide hisandin ku haya wî baş ji wê dîrokê heye. Jixwe loma dibêje; ez kifş nakim careke din nû dikim. Ji nebî Îbrahîm dest bike heta zarokên Ye’qûb, bi Nebî Mûsa û Dawûd, bi Yûşa her çavên cihûyan li Ken’anê bûye. Ji sirgûna Babîlê jî vegera wan dîsa ber bi wir de bûye. Li gor dîrok û baweriya cihûyan Xwedê wê mizgînê daye nebî Îbrahîm û gotiye wir ji we re hatiye terxan kirin. Loma cihû dibêjên Welatê Ehdkirî! Sînor kû ye li ser vê mijarê nîqaş jî henin. Di Tewratê de cilde behsa Ken’anê û derûdora Filîstînê nayê kirin. Li gor delîlên di wir de ji Nîlê heta Feratê ye Welatê Ehdkirî!
Di şiûra Herzl de jî baweriya bi Welatê Ehdkirî xurt e. Mînak di encama kitêboka xwe de wiha deng li dewlemendan dike :”lê em riya ku diçe Welatê Ehdkirî raberî wan dikin; û wê hêza mihteşem a heyecanê divê li dijî hêza berbad a hînbûniyê şer bike” û pê de diçe, “Dewlemendên me, ku serkerftinên me yên teknîk bi kêf baş nas dikin pir baş dizanin pere dikare çi bike jî. Û wê wiha bibe jî; deriye feqîr û yên besît, ku nizanin bê hêza mirovî dikare heq ji hêzên xwezayê were, cilde ew bi baweriyeke xurt ji wê peyama nû fam bikin. Ji berk u van qet êhviya xwe ji Welatê Ehdkirî nebirîne… ji berku herkes wê parçeyek ji Welatê Ehdkirî bi xwe re bigerîne-yek di serê xwe de, yê din di hembêza xwe de, yekî din di milkê xwe de”(Herzl, 2021,141-142)
‘SALEKE DIN LI QUDSÊ’
Hewla Herzl, zindîkirina “Saleke din li Qudsê” ye çimkî di hişê cihûyan de her ew xewn û xeyala axa pîroz heye. Herzl dibêje, “tu kes ne ewqas dewlemend an xurt e ku bikaribe neteweyekê ji deverekê rake bibe devereke din. Deriye fikrek bi serê xwe dikare vê pêk bîne…” (Herzl, 2021,73) Cihûyên ku ji bo xwe dewletekî xwestên bûn xwediyê wê û wê dewletê heq kirin. Tehodor Herzl, bi şiûra xwe, karekterê neteweyî yê cihûyan bi aqilê nûjen û ronak re ecinand. Ji bo miletê xwe çarenûsekê nivîsand. Ji bo gelekan utopîk dihat lê wî bawerî bi fikra xwe anîbû û fîzîbilîteyeke bi rêkûpêk kiribû. Tahminen wî bi çavê xwe nedît lê tiştinên got qewimîn. Cihû, vegeriyan Ken’anê û ji xwe re welatekî serbixwe ava kirin
Dewletên nû hê jî ava tabanın. Mêtingeh ji mêtingeran hê jî vediqetin. Cihûyan bi aqil û plansazî, bi perspektîfeke nû dewleta xwe ava kirin. Theodor Herzl xewnê dikir realite lê bila di nav me de bimîne gava qal û behs tê ser dîrokê kurd hewiya xwe bi navê Selahedînê Eyyûbî tînin! Ji kesê re nebêjin lê kurd ji fikra neteweyî bêtir hê jî di nava arşîvan de xwe bi dîtina navê “kurd” xenê dikin. Bila kurd pê nehîsin lê çi digot Herzl: “Girtiyên kevn bi lisana xwe terka hucreyên xwe nakin!”
Çavkanî:
2- Herzl, Theodor. Dewleta Cihûyan, wer., Fahriye Adsay, Avesta, 2021